YJA Star: EM Ê XETA BÊRÎTAN LI HER DEVERA KURDISTANÊ GEŞ BIKIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi wesîlya 26. salvegera şehadeta gerîlaya ARGK’ê Gulnaz Kara-taş bi nasnav Bêrîtan daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariyê di destpêka daxuyaniyê de, di kesayeta şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên meha cotmehê bibîr anî û got,

25’ê Cotmeha 1992’an Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşên tunekirinê li dijî tevgera azadiya Kurdistanê destpê kirin. Hevrê Bêrîtan heta fîşeka xwe ya dawî şer dike û ji bo ku teslîm nebe, xwe ji ser zinar davêje.

Bi jiyan û çalakiya xwe nîşan da ku ew dewama kevneşopiya rûmet û azdiyê ya Besêyan e.

YJA-Starê diyar kir ku, Bêrîtan di kesayeta xwe de, modela jinên milîtan ên artêşa jinê diyar kiriye.

Di şexsê jinên milîtan de felsefe û xeta jiyana azad zelal kir.

Bêrîtan li dijî kevneşopiya paşverû têkoşiya, bû lêgera rastiyê û evîndara gelê xwe.

YJA-Starê pênaseya Rêber Ocalan li ser şehîd Bîrîtan ku gotiye, Parastina rûmeta azadiya Bêrîtna deynê me ye.’ bibîrxist û destnîşan kir ku li ser şopa Bêrîtan, ew li her derê hewl didin rastiyê bi cih bînin.

‘Jina ku şer dike azad dibe, ya azad dibe xweşik dibe, ya xweşik dibe tê hezkirin.’

Fermandriya Biryargeha Navnedî ya YJA-Starê di dawiyê de got,

‘Em soz didin ku bi şerê li ser xeta Bêrîtan em ê ala azadiyê her bilind bikin, têkoşîna Bêrîtan li her devera Kurdistanê geş bikin’.

Leave a Reply

Back to top button