DAYIKÊN AŞTIYÊ LI DIJÎ DORPÊÇÊ 14 ROJ IN LI BER XWE DIDIN

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî dorpêça li ser kampê dane destpêkirin di roja 14’an de didome.

 

Dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 59’an de ye.

Berxwedan û çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aşitiyê yên Mexmûra ya li dijî dorpêçê di roja 14’an de didome.

Çalakiya dayikan li ber benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ye.

 

ŞANDEYA MECLISA GEL A MEXMÛRÊ XWEST SERDANA DAYIKAN BIKIN
LÊ SERDAN JI ALIYÊ ASAYÎŞA PDK’Ê VE HAT ASTENGKIRIN

 

Şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê xwest serdana dayîkan bike, lê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hat asteng kirin.

Şandeyê li ber deriyê asayîşa PDK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de helwesta Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev bang hat kirin,

Em bang li Neteweyên Yekbuyî û tevahî gelê başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî li birayên xwe yên li wargeha Mexmûrê dijîn derkevin.

Bi heman armancê Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya bajarê Kerkûkê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de banga piştgiriya çalakiya dayîkên aştiyê hat kirin.

Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku di zûtirîn dem de ev dorpêç bi dawî bibe.

 

Leave a Reply

Back to top button