Tevgera Goran ji bo ku serok û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre îro li Silêmanî kom bû.
Ji bo Seroktiya Tevgera Goran hilbijartin pêk hatin.
Emer Elî Seîd bû serokê Tevgera Goran, 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Her wiha Cemal Hecî Mihemed bû Serokê Konseyê û yek ji endamên Desteya Rêveber a Tevgera Goran e.
Konseya Seroktiyê ya Tevgera Goran ji 7 sekreteryayan pêk tê, 1 jê seroktiyê dike, 6 jê ji xebatên sekreteriyê berpirs e.