ALOZIYA AKP’Ê – BI ÎSTÎFAYA DAVUTOGLU, DERBEYEK LI NOQA AKP’Ê DIKEVE

Duh û bi awayekî fermî yek ji damezrînerên partiya Erdogan AKP’ê Ehmed Davudoglu îstîfa kir.
Bi îstîfaya Davudoglu derbeyek li noqa AKP’ê dikeve, nemaze piştî axaftina Davudoglu a der barê ”Belgeyên Terorê” ku destekdayîna Erdogan ji terorê re piştrast dike.
Her wiha avabûna partiyeke dijber li hemberî partiya Erdogan û jidestdayîna Erdogan girîngtirîn hevalên xwe.
Gelo ev derbe wê bi çi awayî be û çawa dikare cilkeyê ji bin lingên Erdogan bikşîne؟!!

Di kongreyeke çapemeniyê de, duh serokwezîrê berê û damezrînerê paritya AKP’ê Ehmed Davudoglu îstîfaya xwe ji parityê kir.

Davudoglo diyar kir ku ”AKP’ê ji xeta xwe ya bingehîn dûr ketiye û dev ji rêgezên xwe yên bingehîn berdaye”

Davudoglo ev gotina xwe bi betalkirina encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê ku di dawiya Adara borî de hatin lidarxistin ve girê da.

Her wiha bi darbeya 19’ê Tebaxê ya li dijî vîna gel ku di encam de sê şaredariyên mezin ên bajarên kurdî hatin desteserkirin.

Bi îstîfaya Davudoglu qonaxeke nû di dîroka AKP’ê de dest pê dike.

Nemaze ku beriya demekê, piştî ku Erdogan Davudoglu bi ”Xayin” bi nav kir, yê dawî yekser tiliya xwe kir çavê Erdogan de û ew bi ”Belgeyên Terorê” tehdîd kir.

Davudoglo got:

”Eger ez van belgeyan eşker bikim, xwediyên wan wê ji fediyan re li rûyê xelkê nenêrin.”

Di axaftina xwe Davudoglo behsa pêvajoya mehên Hezîran û Mijdara sala 2015an de kir, ku di wê demê de bihêztirîn êrîşên terorîst li dijî HDP’ê pêk hatibûn û bêhtirî 370 buroyên wê hatin şewtandin.

Bi îstîfaya Davudoglu ne tenê rûpoşê ser rûyê Erdogan dikeve, lê belê ew û partiya xwe di nava çirava siyasetên xwe de noq dibin.

Nemaze ku tê payîn demên bê damezrînerên AKP’ê Abdullah Gul û Alî Babacan jî ji AKP’ê îstîfa dikin û partiyek nû ava dikin.

Bi vê yekê û piştî ku bêhtirî milyon endamî dev ji AKP’ê berda, cilik ji bin lingên Erdogan tê kişandin û keştiya partiya Erdogan binav dibe.

 

Leave a Reply

Back to top button