DÊRSIM DAG: JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê li dijî erkdarkirina qeyûman li şaredariyên Amed, Mêrdîn û Stenbol didome.
Çalakî di roja 27’ê de li dar e, li çalakiya li Amedê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag axivî.
Dag got:
Divê ji bo azadî û demokrasiya Tirkiyê çi ji destê me were em ê bikin.

Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ku li Mêrdînê li dijî erekdarkirina qeyûman tê lidarxistin di roja 27’emîn de ye.

Nobeta rûniştinê di bin dorpêçkirina polîsan de li ber avahiya HDP’ê pêk hat.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiyê de Parlamenter Dêrsim Dag axivî û got,

“Em li îradeya xwe û li şaredariyên xwe xwedî derdikevin.

Ji bo aştî û azadiyê çi ji destên me bê em ê bikin.

ÇALAKIYA LI AMEDÊ DI ROJA 27’AN DE YE

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê jî di roja 27’an de dewam dike.

Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sedat Dogan li ser navê partiyên Kurdistanî axivî û banga berxwedana li dijî qeyûm kir.

ÇALAKIYA LI WANÊ DI ROJA 27’AN DE YE

Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê ku bi heman armancê dest pê kiribû di roja 27’an de dewam dike.

Parlementerên HDP’ê, li gel hevşaredarên HDP’ê dîsa Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî û got,

Em dibêjin, em ji çareseriyê re amade ne.

Ji bo aştiyeke bi rûmet, ji her navbeynkariyê re em amade ne.

Leave a Reply

Back to top button