REJÎMÊ NUQTEYEKE DEWLETA TIRK KIR ARMANC Û ERDOGAN GEFAN LÊ DIXWE

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan careke din gef li rejîma Sûrî xwar û got:
Eger rejîm nêzîkî nuqteyên me yên li Sûriyê bibe, em ê bêbersiv nemînin.

 

Di hevdîtineke li gel ajansa Reuters Erdogan diyar kir ku ew li dijî êrîşên rejîma Sûrî yên li ser nuqteyên wî yên bi navê çavdêriyê bêhelwest nemnîn û dê her tiştê pêwîst bikin.

Erdogan li ser dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê re tekez kir û da xuyakirin ku ew ê ji Sûriyê venekişin.

Erdogan gef li rejîma Sûrî xwar û got:

Eger rejîm nêzîkî nuqteyên me yên li Sûriyê bibe, em ê bêbersiv nemînin.

Di hemwextî axaftina Erdogan de, rejîma Sûrî derdora nuqteya dewleta Tirk li gundê معرحطاط Me’er Hitat li gundewarê Idlibê yê başûr topbaran kir.

Beriya niha jî gelek caran rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê nuqteyên dewleta Tirk armanc girtine û di encam de birîndarên artêşa dewleta Tirk çêbûne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button