Di sala 2022. de projeyek ziftkirina rêyên sê gundên Dirbêsiyê hebû, lê ji ber rewşa avhewayê proje pêk nehat. Îro bi desteka Mecbela Hesekê û Şaredariya Navendî ya Dirbêsiyê li gundê Qermanê dest bi projeyê hate kirin û dê di rojên bê de rêyên gundê Bêginêsê û Qeyrewan jî werin ziftkirin.