Meclisa Jinê ya HDP’ê encamnameya hilbijartinê eşkere kir

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê piştî hilbijartinan dest bi civînên xwe kirin.
Meclisa Jinan a HDP’ê piştî lidarxistina civînan ecamnameya hilbijartinê eşkere kir.
Di encamnameyê de hate diyarkirin dê têkoşîna xwe bidomînin û tiştên kêm mayî temam bikin û bighînin serî.

Piştî hilbijartinên 14 û 28 Gulanê Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê dest bi lidarxistina civînên xwe kirin.

Roja duşemê civîna Meclisa Jinê pêk hat û nexşereya serdema li pêşiya hat li darxistin

Piştî civînê Meclisa Jinê îro encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Di ecncamnameyê de hate diyarkirin ku wê bi biryardarî têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ya jinê bidomînin û wiha hate gotin:

  • Me wekî Meclisa Jinê ya HDP û Partiya Çep a Kesk di hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de, encamên wê nirxandin.
  • Em li ser cihên em jê kêm mane, pirsgirêk, kêmasiyên me û rêya çareseriyê sekinînin.
  • Îktidara ku di pêvajoya hilbijartinê de ji paradîgmaya me ya azadiyê jinê tirsiya êrişên li dijî jinê zêde kir.
  • Di xebatên me yên rêxistinbûyîna hilbijartinê de me têkoşîna li dijî tifaqên dijminatiya jinê dikin, ji xwe re wekî berpirsiyariyekê hilbijart.

Di dewama encamnameyê de hate zanîn ku îktidarê bi rêya medyaya dîjîtal di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de êrişî cihgirtina jinê ya di qada siyasetê de kir û ev yek hate gotin:

“Elbet em partiyeke wiha ne ku em ji rexne, rexnedayinê re vekirîne. Lê belê me rê neda lîstikên îktidarê yên di bin navê “rexneyê” de.

Hemû jin dizanin ku ev êrişa li dijî paradigmaya me ya azadiya jinê ye.

Hûn bi van rêbazana nikarin siyaseta me ya jinê bidin sekinandin û hûn nikarin destkeftiyên têkoşîna me bi paşve bixin.

Heta li Îmraliyê tecrîda mutlak dewam bike em dizanin ku wê îktidar êrişa li dijî destkeftiyên jinan dewam bike.

Loma li dijî polîtîkayên şer em dibêjin divê tecrîd bi dawî bibe.”

Meclisê bang li hemû jinan hate kir ku bi nasnameya xwe, bi baweriyên xwe bi ziman û keda xwe piştevaniya xwe mezin bikin.

Back to top button