HÊZÊN EWLEKARIYÊ YA MINBICÊ: ÎDÎAYÊN GIRÊDAYÎ BAZIRGANIYA BI LAŞÊ ZAROKAN DEREW IN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyekê îdîayên girêdayî revandina zarokan û bazirganiya bi rarçeyên laşên wan derewand.

Daxuyanî ji hêla Fermendarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Ehmed ve hate xwendin.

Ehmed destnîşan kir hemû planên li dijî herêmê têk çûn

Aliyên dijber hewl didin bi rêya van îdîayan ewlehiyê têk bibin û fitine û tirsê di nava şêniyan de belav bikin.

Bi taybet bi nêzîkbûna vekirina dibistan re.

Ciwan Ehmed da zanîn ku sûcdar di lêpirsînê de ne û der heqê wan de tişta pêwîst wê were kirin û ji Meclisa Adaleta Civakî ya Minbic û gundewayê wê re werin veguhestin.

Fermendarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Ehmed bang li şêniyan kir ku van îdia, lîstok û êrîşên dijber, bawer nekin.

Soz didin ku li hember her xeteriyekê û sûcên ku têne kirin bisekinin.

Her weha bang li şêniyan kir ku bi wan re bibin alîkar da ku ewlehiya herêmê bidome.

Leave a Reply

Back to top button