MIKE POMPEO: BERPIRSYARÊ ÊRÎŞÊ ÎRAN E

Wezîrê Karên Derve yê Emarîkayê Mike Pompeo, êrîşa li dijî petrola Siûdîyê, Îran weke berpirsyar nîşan da.MIX

 

Doh li dijî du parzûn-gehên petrolê yên şîrketa petrolê ya Siûdî Aramco êrîşek pêk hat.

Milîsên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dan ser xwe.

Lê belê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompeo îdîa kir ku ti îsbat nîne ku ev êrîş ji aliyên Hûsiyan ve pêk hatiye.

Pompeo got:

Di wextekê de em banga çareseriya aloziyê dikin, Îranê dest bi êrîşan kiriye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsawî jî diyar kir, ku sûcdariyên bi vî rengî yên bêbingeh nayên qebûlkirin.

Li gorî Abbas Mûsawî, DYE ji bo êrîşên xwe li dijî Îranê rewa bike zemînekî ava dike.

Serokê Emarîkayê Donald Trump jî bi rêya telefonê bi Qiralê Siûdî Mihamed Bin Selman re axivî û êrîş şermezar kir.

 

Leave a Reply

Back to top button