Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam e.
Kurdistaniyan di çalakiyê de daxwaza azadiya fîzîkî Rêber Apo hat kirin.
Çalakiya li dora konê li Qada Natîonsê ku li ber avahiya NY’ê ya cenevrê hatiye vedan hat lidarxistin.
Daxuyaniyê ji ali yê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) Mehmet Latîf Çelebî hat xwendin.
Mehmet; bal bir ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got:
“Divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, rêxistin mafên mirovan û CPT û saziyên xwe li nedîtina mafên Kurdan datînin, divê bi erka xwe rabibin.”
Piştî axavtina Çelebî, gel dirûşme berz kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, çalakiya rûniştinê li ber avahiya NY’yê ku li Cenevreyê ye berdewam e.



