Bi pêşengiya KNK’ê li Stockholmê Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bi silogana “Rewşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê, helwest û çareserî” pêk tê.
2. Konferansa Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bi silogana “Rewşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê, helwest û çareserî” li paytexta Swêd Stockholmê doh dest pê kir.
Di konferansê de rewşa siyasî, aborî û civakî ya Rojhilatê Kurdistanê tê nîqaşkirin û rêyên çareseriya alozî û pirsgirêkên gelê Kurd ê li Rojhilat tên nirxandin.
Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd di konferansê de axivî û diya rkir ku ev konferans wê bingeha niqaşan di navbera partiyên siyasî de ava bike.
Ev konferans wê ji bo hemû pêkhateyên civaka Rojhilatê Kurdistanê bibe alîkar û destkeftiyên hatine bu dest xistin werin parastin.
Di konferansê de 4 panêl hatin nîqaşkirin.
Beşdarên konferansê di her panelê de pêşniyar û nêrînên xwe parvekirin.
Di roja duyemîn ya konferasê de rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn tê nirxandin.
Tê payîn konferasn îro êvarî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.