Li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya dewleta Tirk li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê diyar kir mirina Aşkan ne qeza lê cînayet e û carek din bang kir kur faîl bên darizandin.
Her wiha şaxa ÎHD’ê yê Amedê li ser mirinên bi wesayitên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşaad û got:Di nava 15 salên dawî de 21 jê zarok bi giştî 44 kes ji ber wesayîta zirxî ya leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane.
IHD’ê û diyar kir mirina Aşkan ne qeza lê cînayet e û wiha got:
Em baş dizanin ku di nava deh salên dawî de bi dehan zarok ji ber wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dan.
Weke Komeleya Mafên Mirovan me berê jî diyar kiribû ku faîlên van bûyeran nayên cezakirin û vê yekê jî rê li ber mirinên gelek zarokên din vekir.
Tevî hemû hişyariyan jî ev banga me nehat guhdarîkirin û Erdem Aşkan jî encama vê polîtîkayê ye.
Divê bûyer û cînayetên li dijî welatiyan hatine kirin bên lêkolînkirin û faîlên wan bên darizandin.
ÎHD li ser mirinên Kurdistanê yên bi wesayitên dewletê raporek weşand
Her wiha li ser mirinên bi wesayitên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê Şaxa ÎHD yê Amedê jî raporek weşand.
ÎHD’ê da zanîn di 15 salên dawî de li bajarên Bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan qelibîne pêk hatine.
“Di 15 salên dawî de 21 jê zarok 44 kes bi wesayitên zirxî hatin qetilkirin”
Li gorî raporê 21 jê zarok 44 kesan di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.
IHD: Sedema van mirinan bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayiye
Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê di dawiya rapora xwe de diyar kir ku sedema van mirinan jî bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayiye.



