ÇALAKIYA DAYIKÊN AŞTIYÊ DI ROJA 15’AN DE YE

Ev 2 mehin PDK’ê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) dorpêç kirye.
Ji destpêka dorpêçê de PDK’ê nahêle tu kes ji wargehê derkeve. Ji bo rakirina dorpêçê dayikên aştiyê yên wargehê ev 15 rojin di çalakiyê de ne. Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê Yusra Receb, mijar xist rojeva parlementoya Îraqê. 

Ji 17’ê Tîrmiha 2019’an ve PDK’ê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) dorpêç kiriye.

Ji bo rakirina vê dorpêçê komek ji Dayîkên Aştiyê xwestin bi rayadarên PDK ê û hukmeta Iraqê re hevditinê bikin.

Dayikên ku xwestin hevdîtinê bikin rastî êrîşên PDK ê hatin û li cihê hatin astengkirin çalakiya runiştinê dan despê kirin.

Duh jî komek ji meclîsa Îştar û Mecilisa Gel a Mexmûrê xwestin serdan dayîkan bikin lê careke din ji aliyê asayîşa PDK ê ve hatin astengkirin.

Dayikên ku çalakiya xwe berdewam dikin dibêjin hata ku ev dorpêç ji ser wargeha wan neyê rakirin ew ê çalakiya xwe ya runiştinê bi biryardariyek mezin berdewam bikin.

YÛSRA RECEB AMBARGOYA LI MEXMÛR XIST ROJEVA PARLEMENTOYÊ

Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê Yusra Receb dorpêça li ser Mexmûrê bir rojeva parlementoyê û daxwaz kir ku were lêkolînkirin û dorpêç bi dawî bibe.

Lê parlementerê Eniya Tirkmen Erşed Salihî ku serokê komîsyona mafê mirovane îtîraz kir û mafê 12 hezar penaberên wargehê paşguh kir.

 

Leave a Reply

Back to top button