HEBÛNA DAÎŞ’IYAN LI EFRÎNÊ KET ROJEVA HOLLANDA

Meha borî dewleta Tirk a dagirker, komek din çeteyên DAÎŞ’ê derbasî Efrînê kiribû.
Ev hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAÎŞ’ê re, ket rojeva parlamento û hukûmeta Hollandayê.
Ji hikûmeta Hollanda hat xwestin ku, di NATO’yê de derbarê hevkariya Tirkiye-DAÎŞ’ê daxwaza lêpirsînê bike û ger îspat bû, endamtiya Tirkiyê ya NATO ji nû ve bê şopandin
Lê ev daxwaz ji ber ne di berjewendiya Hikûmeta Hollanda û Ewropayê de ye, hat red kirin.

Dewleta dewleta Tirk a dagirker, ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li sûriyê, meha borî komek din a çeteyên DAÎŞ’ê derbasî Efrînê kiribû.

Ev yek Hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ’ê re eşkere dibe.

Ev Mijara ket rojva parlamento û hikûmeta Hollandayê.

Parlementer û berdevkê polîtikayê derve yê partiya azadiyan, PVV, Raymond de Room, bi daxwaza ji aliyê wezîrê karên derve Stef Blok ve bê bersivdayin, pêşniyarpirsek nivîskî da.

De Room bal kişand, ku 40 DAÎŞ’iyê di bin kontrola îstîxabara dewleta Tirk MÎT’ê de derbasî Efrînê hatine kirin û li Efrînê ji bo dagirkeriya Tirkiyê şer dikin..

Wezîrê karên derve yê Hollanda jî, ev yek red nekir û got:

Dibe ku çekdar ji ber paragmatîkin an jî sedemên maddî beşdarî komên ku berê li dij bûn bibin û şer bikin.

Lê derbarê ku çeteyên DAÎŞ’ê bi MIT’a tirk de di nav hevkariyê de ne, agahiya hukûmeta Hollanda nîne.

Li ser pirsa gelo li herêma parastina sînor ku Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyê ava bike, riska jinûve bikaranîna çeteyên DAÎŞ’ê heye an na jî wezîrê Hollandî da zanîn, ku wê li herêma mijara gotinê, tenê leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê bên bicîhkirin.

Di pêşniyarpirsa partiya azadiyan de ji hikûmeta Hollanda hat xwestin ku, di NATO’yê de derbarê hevkariya Tirkiye-DAÎŞ’ê de daxwaza lêpirsînê bike û ger îspat bû, endamtiya Tirkiyê ya NATO ji nû ve bê şopandin.

Wezîrê karên derve yê Hollanda Blok bi îdiaya ku ji aliyê ewlekariyê endamtiya Tirkiyê ya NATO’yê di berjewendiyên Hollanda û ewropayê de ye, ev daxwaz red kir.

 

Leave a Reply

Back to top button