DEMA MAYÎNA LEŞKERÊN XWE YÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞERDIKIN SALEK DIRÊJ KIR

Hevparên Hikûmeta Almanyayê dema wezîfeya leşkerên Alman yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, salek dirêj kir.

Hevparên Hikûmeta Almanyayê ji bo mayîna leşkerên Alman ên li Urdun, Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin destûrnameyek nû amade kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) leşkerên Elman ên ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan perwerde dikin dema wan a wezîfeyê salek hate dirêjkirin.

Her wiha balafirên çavdêriyê yên li Urdunê اواكس AWACS jî wê heta saleke di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de wezîfeya xwe bidomînin.

Lê belê wezîfeya balafirên Tor-nado ji bo pênc mehan hat dest nîşan kirin.

Leave a Reply

Back to top button