Ukrayna dest bi êrişa dijber kir

Enstituya Lêkolîna Şer ya Navnetewî diyar kir ku Ukrayna pêngava dijerb ya li dijî hêzên Rûsya daye despêkirin.
Ev pêngav, piştî hilweşîna bendava Kaxovka pêk hat.

Hêviya Ukrayna ya derxistina Rûsya ji xaka welat xurt bûye.

Artêşa Ukrayna ev demeke dirêje ji bo êrişeke dijber ya li hember Rûsya xwe amade dike.

Di wextekî ku dema êrişê ne dihat eşkerekirin de Enstituya Lêkolîna Şer a Navnetewî îdiayek balkêş avêt naverastê.

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Şer a Navneteweyî, êrîşên dijber ên Ukraynayê li ser çeperên Rûsyayê dest pê kir.

Daxuyaniya ku li tevahiya eniya şer zêdebûneke giştî di çalakiyên leşkerî de hate dîtin.

Saziya ramanê destnîşan kir ku her çend ew tev nebûn beşek ji hewildanên dijberiya Ukraynayê, lê li ser erdê, Ukrayna niha destkeftî bi dest xistiye ku êrîşê bike.

Di raporê de behsa armanc û erkên hêzên Ukraynayê nehate kirin, lê hat gotin, “dibe ku gelek hewldan li gelek cihên cuda cuda rû bidin û wê operasyoneke mezin pêk neyê”.

Zelensky: Êrişa li Bahmutê despê kiriye

Serokomar û Serfermandarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Çarşemê ragihand ku artêşa wî li bajarê Bahmut ê rojhilatê Ukraynayê dest bi êrîşeke dijber kiriye.

Bajarê ku navendek pîşesaziyê ye, ji havîna 2022’an ve yek ji armancên pêşîn ên Rûsyayê ye.

Li Xersonê 9 kes birîndar bûn

Ji aliyê din ve li gorî Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê di êrîşa Rûsyayê ya li ser navenda Xersonê de 9 kes birîndar bûne.

Piştî ku bendava Kaxovka ya li ser Çemê Dnieper hilweşiya, bi hezaran kes ji bo cihên ewletir hatin veguhestin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî dibêje, wan hewildanên artêşa Ukraynayê ya têkbirina eniya şer ya vê hefteyê pûç kiriye.

Li herêma Zaporizhzhia ya li başûrê Ukrayna di nava hefteyê de şerekî giran pêk hat.

Ji rewşa li herêmê rayedarên payebilind yên Rûsya serokê welat Vladimir Putin agehdar kirin e.

Rayedaran ji Putin re gotine, êriş hatinbe pûçkirin.

Li aliyê din Ukrayna li ser vê ‘dij-êrîşa’ ku demeke dirêj li bendê bû şîrove nake û tenê Rûsyayê bi belavkirina derewan sûcdar dike.

Li gorî New York Times, sê karbidestên payebilind ên Amerîkî jî destpêkirina êrîşê piştrast kirine.

Back to top button