LI TÛNISÊ HILBIJARTINÊN SEROKKOMARTIYÊ DEST PÊ KIRIYE

Gelê Tûnûsê di dîroka welatê xwe de ji bo hilbijartinên “duyemîn serokomartiya demokratîk” çûn ser sindoqan.

 

13 hezar buroyên hilbijartinê li seranserî welat deriyên xwe ji hilbijêran vekir.

7 milyon hilbijêr ji bo biçin ser sindoqan, hatin vexwandin.

26 namzed Ji bo serokkomartiya Tûnisê têdikoşin.

Di nava namzedan de yên wekî serokwezîr Yûsif Şahîd, berpirsê ragihandinê Nebîl Karvî,

Û ji Partiya Îslamî ya Ennehde Abdulfetah Muru jî hene.

Tê payîn ku yekemîn encama hilbijartina îşev bê eşkere kirin.

Her weha tê payin ku yekemîn encamê fermî yê hilbijartinê jî roja sêşemê diyar bibe.

Eger di dewra yekem de, namzed dengê piraniya teqez bi dest nexe wê dewra duyem pêk bê.

Leave a Reply

Back to top button