Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT’ê bûye qada reşkujiyê

Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraq ji bo îstîxbarata Tirk û hevkarên wan bûye qadên reşkujiyê.
Di nava çend salên dawî de bi dehan welatparêz, bi hevkariya PDK’ê ji aliyê MÎT’a tirk ve hatin qetilkirin
Ji xalên balkêş ew e ku kujerên van êrîşan hemû direvin Hewlêrê û aliyê PDK’êve têne parastin.
Nexasim, tevî hemû delîl û belgeyan jî kujer nayên girtin.

Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi hevkariya noker û sîxûran, qada Başûr, bi taybetî Silêmanî, kiriye cihê sûîqestan.

Herî dawî li Silêmaniyê li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrîşeke sûîkastî pêk hat û rewşa wî giran e.

Dîrokên êrîşên sûîqestê yên MÎT’ê û hevkariya PDK’ê

Hêjayî bibîrxistinê ye, gelek Kurdên welatparêz bi piştgiriya PDK’ê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatine qetilkirin.

Bi rêzê çend sûîkastên di wextên cuda de li Başûrê Kurdistanê li dijî tekoşerên Kurd hatine kirin wiha ne:

  • Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şukrî Serhed, li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bû.
  • Welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî jî şeva 17’ê Gulana 2022’an li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat gulebarankirin.
    Zekî Çelebî 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da
  • Dîsa bi destê sîxûr û nokerên dewleta Tirk a qirker 28’ê Tebaxa 2022’an endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hat qetilkirin.
  • Her wiha 4’ê Cotmeha 2022’an jî dîsa li Silêmaniyê akademîsyen Nagîhan Akarsel bi reşkujî hat kuştin
  • Li bajarê Duhokê jî 17’ê Nîsana 2023’an li dijî welatparêzê Kurd Huseyîn Turelî êrişek çekdarî pêk hat û hat qetilkirin.

Ji sala 2015’an heta 2021’ê 109 sivîl hatine qetilkirin

Hêjayî gotinêye desthilatdariya dewleta Tirk ji 24’ê tîrmeha 2015’an û vir ve konsepta şer xistiye dewrê.

Ji wê çaxê heta niha Tirkiyê bi sedan car li dijî deverên bi ser Herêma Başûr ve êrişên hewayî pêk anîn.

Di rojên dawî de jî êrişên dagirkeriya Tirk zêdetir bûne.

Li gorî rapora Buroya CPT ku Iraqê amade kiriye, ji sala 2015’an ve, di êrişên li dijî herêmê de heta sala 2021’an 109 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Kujer li Hewlêrê tên parastin

Dîmenê Hewlerê hebe wê biherikîne

Yek ji xalên balkêş ên van êrîşan ew e ku kujer hemû direvin Hewlerê û ji aliyê Saziya Îstixbaratê ya PDK’ê Parastinê ve tên parastin û hewandin.

Tevî hemû delîl û belgeyan jî kujer nayên girtin.

Back to top button