Komîteya Şilêr kuştina zarokê 5 salî ji aliyê polîsên tirk ve şermezar kir

Komîteya şilêr ya şopandina mafê zarokan kuştina zarokê 5 salî ê bi navê Erdem Aşkan li Tirkiyê şermezar kir û banga parastina mafên zarokan kir.

Komîteya şilêr di vê derbarê de daxuyaniyek niviskî da.

Komîteyê da zanîn ku li Rojhilata navîn rojane zarok dibin qurbaniyên van bûyran.

Yên ku herî zêde ji êriş, şerên taybet, komkujî û zordariyan zirarê dibînin zarok in.

Di 8’ê Hizîranê de li Fransa zilameke 31 salî êrişî parka zarokan kir û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Her wiha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zarokek 5 salî bû qurbanê êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Ku ev zarok bi hovane hat kuştin û kujerê wî jî hat parastin û berdan.

Bi navê komîteya şilêr em van êrişên li dijî zarokan şermezar dikin û dibêjin:

Kesen ku parastina mafen zarokan dikin pewîste li hemberê van êrişên hovane bedeng nemînin û bibin xwedî helwest.

Back to top button