Wezîrê Karên Hindir ê Iraqê, piştî Îranê serdana Silêmaniyê kir

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî serdana Silêmaniyê kir û di hevdîtinê de rewşa ewlekarî ya welat û yekxistina hewlên ji bo parastina aramiyê hate gotûbêjkirin.

Duh bi şev Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li parêzgeha Silêmaniyê pêşwaziya Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî kir.

Di hevdîtinê de tekezî li ser berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera dezgehên ewlekarî yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê hate kirin.

Bafil Talebanî amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina hemû alîkariyên ji bo hêzên navxweyî yên Iraqê nîşan da û got:

“Parastina jiyana hemwelatiyan û aramiya navçeyê erkê me hemûyan e.”

Back to top button