Rengîn Ergul: Cezayê disîplînê yê li dijî Rêber Apo ne qanûnî ye

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê OHD’ê Rengîn Ergul tecrîda li dijî rêber Apo, cezayê dispilînê yê nû û helwesta CPT’î nirxand û got: Mekanîzmayên navneteweyî li dijî Tirkiyê bê bandor mane. Îmralî mînakek ku li cîhanê pêk nayê ye, divê ev tecrîda li dijî Rêber Abdulah Ocelan were şkandin.

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê OHD’ê Rengîn Ergul der barê tecrîda li dijî rêber Apo, helwesta CPT û cezayên dîsîplînê yên nû nirxandin kir.

Rengîn Ergul da zanîn ku tu zemînek rewa yan jî qanûnî ya qedexeyên hevdîtinên malbat û parêzeran tune ye û got:

Ne li Tirkiyê ne jî li gorî peymanên ku Tirkiyê girêdayê wan e, zemînek qanûnî ya astengkirina hevdîtinan tune ye.

Bi taybet di dema AKP’ê de ev biryar li gorî xwe di zemîna qanûnî de dane rûniştandin.

Ev biryarên tên girtin li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Rengîn daxuyakirin ku cezayê dîsîplînê yê dawî li dijî Rêber Abdulah Ocelan, nehatiye qebûlkirin û wiha domand:

Ev biryar li gorî qanûnên heyî ne qanûnî ye.

CPT di vê nokteyê de dikare bi dewletan re hevdîtinê bike û rapora xwe eşkere bike.

Lê mixabin CPT tevî ku rayeya wê heye, bi kar nayne.

Di vê mijarê de divê CPT, rayagiştî û hiqûqnas bi kurtasî her kes peywira xwe bîne cih.

Rengînê daxuyakirin ku li Îmraliyê rewşek awarte mijara gotinê ye û ev tişt got:

Îmralî mînakek ku li cîhanê pêk nayê ye.

Girtiyekî siyasî ku 28 meh in tu agahî jê nayê girtin mijara gotinê ye.

Ya li Îmraliyê pêk tê bi hiqûqî şaş e, pêkanînek ne baş e.

Divê dimildest tecrîda li dijî rêber Apo were rakirin.

Dîlek Sonmez: Tecrîd bi têkoşînê dikare bê dawîkirn

Back to top button