Careke din û mîna her rojê çeteyan 3 welatî yek ji wan jin e hatin revandin.
Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên Istîxbarata Tirkiyê bi ser mala welatiyê bi navê Ziyad Kirîşo yê li Cindirêsê de girtin.
Gorî hat zanîn, çeteyan Ziyad Kirîşo, hevjîna wî Zekiya Elo û kurê wî Ehmed revandin.
Çeteyan her sê welatî ber bi cihekî ne diyar ve birin û ta niha aqûbeta wan nayê zanîn.
Ji xwe armanc ji revandina welatiyan ew e girtina pereyan.