Şêniyên heremê: Cezayê dîsîplînê sûcekî dermirovî ye

Hiqûqnas û endamên saziyên sivîl tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku dirêjkirina tecrîdê sûcekî dermirovî, der qanûnî ye.

Hiqûqnas Şadî Îbrahîm ê ji Tebqayê tecrîd şermezar kir û got:

“Dewleta tirk qanûnên mafê mirovan ê Ewropayê ku bi xwe îmzekiriye binpêdike.

Divê em hiqûqnas li ser vê mijarê bi awayekî cidî bixebitin û nîqaş bikin.

Divê şêniyên heremê jî li dijî tecrîdê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Ez bang li CPT dikim ku zextê Tirkiyê bike ku li gor peymanên îmzekiriye tevbigere”

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyan a Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Wehab El Beşar wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi dirêjkirina tecrîdê vîna Rêber Abdullah Ocalan bişikîne. Lê ev yek ne pêkan e.”

Endama rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê Emel El Hesen jî tecrî wek sûcekî derqanînî û der mirovî pênasekir.

Parlak: Armanca tecrîdê astengkirina aştiya li Rojhilata Navîn e

Back to top button