Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Araslan şehîd bû

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Hûseyîn Arasan ku li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî ya MİT’a Tirk hatibû ji ber giraniya birîna xwe serê vê sibehê şehîdbû.

Endamê Komeleya Karkekerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan duh di derdora saet 10.30’an de li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî ya MİT’a Tirk hatibû û di encamê de bi awayeke giran birîndarbûbû.

Li gorî şahidên bûyerê 3 gule lê ketibû û piştî bûyerê yekser rakiribûn nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê.

Ji ber birîna giran û xwîna zêde ji dest da, hatibû gotin rewşa wî xeternak bû.

Li gorî agahiyên Komeleya Karkerên Mezopotamya Arasan piştî têkoşîna bi saetan a dibin kontrola bijîşkan de tevî hemû hewldanan jî xilas nebûye û di saet 04.10 berbangê de şehîd bûye.

Tevî nava bajar û hemû kolanên sereke bi kamerayên çavdêriyê têşopandin jî balkêşe jî heya niha êrîşkar ji aliyê asayîşê ve ne hatine girtin.

Hetan niha ne Asayîşa Silêmaniyê û ne jî Walîtiya Silêmaniyê derbarê êrîşa MİT’a Tirk a li Silêmaniyê de ti daxuyaniyek nedane!

Back to top button