LI BAJARÊ RAÎ TEQÎN HERÎ KÊM 8 KES MIRIN 7 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN E

Li bajarê Raî yê di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê de teqîneke bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat.
Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku wesayîteke bombebarkirî li ber nexweşxaneya bajarê Raî hate teqandin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 8 kes mirin û bi kêmanî 7 kes birîndar bûn.

Heta niha tu aliyekî vê teqînê negirtiye li ser xwe.

Herêmên di destên çeteyan de roj nîne teqîn pêk tê.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku berya niha li navenda bajarê Efrênê teqînek pêk hatibû, di encam de kesek hatibû kuştin 25 kes jî birîndar bibûn.

Leave a Reply

Back to top button