HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 3’ê Hezîranê de li Amedê şehîd bûbûn eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ew ê di şexsê hevalên xwe Zîn û Mahsûm de tola hemû şehîdên xwe hilînin û got: Em ê teqez armanca xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê di serî de bal kişande ser êriş û operasyonên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û wiha got:
“Di 2’ê Hezîranê de li herêma Licê ya Amedê artêşa Tirk operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Di encama êrîş û operasyona artêşa Tirk de, di 2’ê Hezîranê de komek hevalên me û dijmin ketine nav şerekî giran.
Di şerên 2 û 3’ê Hezîranê de hevrêyên me bi fedaî li ber xwe dan.
Di van şeran de 3 hevrêyên me şehîd bûn.
Nasnameya hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol eşkere bû.”
HPG’ê diyar kir dema ku agahiyên berfireh ên nasnameya gerîlayê din ê şehîd jî zelal bibe, ew ê eşkere bikin.
HPG: Hevrêyên me li dijî artêşa Tirk bi lehengî û ruhekî fedaî şer kirin
Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê re xwest û got: Hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk a qirker bi lehengî û ruhekî fedaî şer kirin.
Di şexsê hevrê Zîn û Mahsûm de em ê hîn xurtir têbikoşin û bi ser bikevin.
Em ê teqez armanca xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Zîn Amed
Nav û paşnav: Dîlan Gokalp
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dê : Naciye
Navê Bav: Genco
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed
Nasnav: Mahsûm Herekol
Nav û paşnav: Vedat Ayhan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dê Remziye
Navê Bav: Remziye
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed