Li Şamê tarîtî serwer e

Li herêmên Hikûmeta Şamê di rojê de tenê seatekê kehrebe heye.
Welatiyên li herêmên hûmetê ji ber qutbûna kehrebeyê û buhabûna ampêran zehmetiyan dikşînin.
Ev yek bandorê di hemû aliyan de li jiyana welatiyên dike.

Şam ji tunebûna kehrebeyê ber bi tarîtiya krîza aborî û zehmetiya wergirtina debara jiyanê ve diçe.

Li herêmên hikumeta Şamê rojê zêdetirî 20 saetan kehrebe qut dibe û buhaya her ampêrekê 5 hezar lîreyî dike.

Hemwextî wê rayedarên hikumeta Şamê bazirganên ampêran rewa dikin.

Rayedarên hikûmetê eşkere kir ku di nav tax û bazarên bajarê Şamê sîstema ampêran deyînin.

Ev yek jî piştî ku hiûmeta Şamê di dabînkirina kehrebeyê de ji welatiyçê Sûriyê bi bin ket, pêk tê.

Li herêmên hikûmetê di rojê de tenê seatek khrebe heye

Xwendekarê bi navê Mihemed Bêriqdar ê ji Şamê li ser rewşa Kehrebeyê wiha axivî:

“Rewşa kehrebeyê trajedîk e û di rojê de kehrebe tenê saetekê tê.

Em niha di dema ezmûnên dawî de ne û ev yek çarenûsa xwendekaran diyar dike.

Lê hikumet girîngiyê nade pêdiviyên welatiyan.”

Hikumeta Şamê ji erkên xwe direve

Li aliyekî din çalakgerekî ji Şamê yê nexwest navê xwe eşkera bike jî diyar kir bi pirsgirêka ampêran kel û pelên jiyanî jî buha dibe.

Li hemberî vê krîzê hikumeta Şamê ji erkên xwe direve.

Her wiha heta niha tu tedbîrên guncaw û pêkanîna siyasetên aborî yê ji bo dabînkirina pedîviyên gel tu gav neavetiye.

Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê careke din zêde kir

Back to top button