YSP û HDP bi boneya nirxandina encamên hilbijartinan civiyan

Li ser encamên hilbijartinên li Tirkiyê civîn û nirxandinê Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dewam dikin.
Hevserok û Hevberdevkên partiyan îro bi vê armancê li Enqereyê civiyan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir xeta wan a siyasî Xeta Sêyemîn e û diyar kir pêdivî bi nûbûnê heye.

Civîn û nirxandinên li ser encamên hilbijartinên li Tirkiyê dewam dikin.

Bi vê boneyê, Hevserok û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajaran li Enqereyê civiyan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî.

Mîthat Sancar: Em vê serdemê bi hemû aliyên wê ve binirxînin

Mîthat Sancar bi silavkirina hevberdevk û hevserokên bajaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Me serdemek dijwar li pey xwe hişt.

Em li ser hemû astan nîqaşan didomînin da ku em vê serdemê bi hemû aliyên wê ve binirxînin û nîqaş bikin û encamên pêwîst jê derxin.

Civînên gel jî wê bidomin û em ê bi konferansê û piştre jî pêvajoya kongreyê bi dawî bikin.

Em ê di pêvajoya konferans û kongreyê de pêwîstiyên encamên ku me ji van nîqaşan derxistiye pêk bînin.”

Mîthat Sancar:Tifaqa AKP û MHPê derfetên dewletê seferber kir

Sancar diyar kir ku desthilatê di hilbijartinê de hemû rê û rêbazan xist dewrê û ev tişt got: “Tifaqa AKP-MHP’ê derfetên dewletê seferber kir, her cure astengî li pêşiya me dan û operasyonan dewam kir.

Hewldan bi her awayî rê li ber hevalên me yên li qadê dixebitin asteng bikin.

Jixwe me dizanibû û em li bende bûn ku wê rejîm operasyonên bi her awayî bike.

Pêwîst e mirov ji bîr neke ku encamên hilbijartinan di bin bandora van zextan de ma.

Mîthat Sancar: Tirkiye biryarên dmme nasepîne, hevalên me bêhiqûqî dîlgirtin e

Di dewamê de Mîthat Sancar bal kişand ser hişyariyên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)

Sancar diyar kir Tirkiyê van biryaran nasepîne û got: “Hevalên me li zindanan bi awayên neheq û bêhiqûqî dîlgirtin e.”

Mîthat Sancar: Rêya sêyemîn xeta me ya siyasî ye û rêgeza me ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di dawiyê de îşaret bi şewaza têkoşîna li dijî desthilatdarî û faşîzme kir û wiha got:

Rêya sêyemîn xeta me ya siyasî ye û rêgeza me ye.

Navê rêbaza me ya siyasetê jî ev e. Em ê nehêlin adetên pergalê me xera bikin. ”

Ji ÎHD’ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî

Back to top button