Şêniyên Kobanê cezayê dispilînê li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Çalakiyên gel yên bi armaca şermezarkirina cezayê disîpilîna li dijî Rêber Apo dewam dikin.
Şêniyên Kobanê û Dêrazorê bi çalakiyên cuda bertek nîşanî qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Apo re dan.
Her wiha Şêniyan banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Bi hêceta cezaya disîplînê, 6 mehên din qedexeya hevdîtinê ya bi rêber Apo re hate dirêjkirin.

Li hemberî vê yekê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi hêrs e.

Gelên herêmê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê çalakiyê konvedanê li dar xist.

Li bin kon hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û bang li gel kir ku li dijî rêjîmên desthilatdar ên ku hewl didin bi riya tecrîdê vîna gel bişikînin, bertek nîşan bidin.

Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê bi heman armacê çalakiya konvedanê li dar xistin..

Di bin kon de endama tevgera ciwanan Rewde El Ewad daxuyaniyek xwend.

Rewde El Ewad diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Apo didomîne û wiha zêde kir:

“Lê hîna Rêber Abdullah Ocalan meşaleya serdemê ya li dijî dewleta Tirk û planên wê yên mêtingeriyê ye.”

Piştî daxuyaniyê, di bin kon de kesên ku axivîn, banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Tê payîn ku wê çalakî dê heta 2 rojan dewam bike.

Back to top button