Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da zanîn ku endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mecîd Bekmez wefat kiriye.
Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi rêya hesabên xwe yên li ser medyaya dîjîtal nivîsek parve kir û got:
Kesayeta êzidî û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mecîd Bekmez di encama krîza dil de wefat kiriye.
Ebû Elî ji gundê Tolko ye û yek ji rûspiyên herêma Cizîrê ye.
Mala Êzidiyan diyar kir ku wefata Mecîd Ebû Elî ji bo welatiyên êzidî û hemû pêkhateyên herêma Cizîrê xisareke mezin e.