CÎHAN XIDRO: DIVÊ JINÊN KAMPA HOLÊ YÊN KU FIKRÊ DAIŞ’Ê PÊRENE JI YÊN DIN WERE CÛDA KIRIN

Şandeyek ji Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Jin a Herêma Cizîrê serdana kampa Holê kir da ku rewşa jinên lê bişopîne.

 

Şandeyek ji desteya Jin a Rêveberiya Xweser derbarê rewşa kampa holê û jinên DAIŞ’î de serdana kampê kir.

Li ser rewşa xizmetguzarî endama Rêveber a Kampa Holê Hemrîn Hesen anî ziman ku rêveberiya kampê hemû pêwîstiyên kampê beriya zivistanî peyda kirin da ku kêmasiyên ku di sala derbasbûyî de derketin dîsa dûbare nebin.

Hemrîn dazanîn ku rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî koçber û penaberên kampê baş pêk naynin.

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro jî axivî û got

Armanca me ji vê ziyaretê ew e ku plansaziyekê deynîn da ku sînorekî ji pirsgirêkan re deynin û hewl bidin jinê ji fikrê tarî xilas bikin.

Her wiha Cîhan Xidro pêşniyar kir divê jinên fikrê DAIŞ’ê hilgirtine ji yên din were cûda kirin û jinên koçber yên ji Reqa, Dêrazor û Tebqayê li warên wan werin vegerandin û werin perwerde kirin.

Leave a Reply

Back to top button