
Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ragihand ku pêşketineke baş û ber bi çav di çarçoveya mekanîzmeya Ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî de çêbûye,
Bi daxuyaniyekê Koalîsyonê eşkere kir ku, pêşketinên mezin di warê qonaxa yekê ya mekanîzmeya Ewlekariyê de pêk tên..
Koalîsyonê teqez kir ku wan û Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo vedîtina mewziyan û rakirin wan da ku metirsiyên Tirkiyê ji holê rabin çend caran dewriyeyên hevbeş pêk anîne.
Her wiha da zanîn ku Koalîsyon û Tirkiyê 4 caran bi balafiran li ser herêmê geriyane..
Koalîsyonê eskere kir ku, wê hevdîtin û danûstandin bi Tirkiyê re têkildarî hin ziraviyê din dewam bikin û hin mewziyên ku TIrkiyê ne rihet dikin wê werin rakirin..