RÊJÎMA SÛRÎ BI HIN TEWANAN DIXWAZE RAYA GIŞTÎ Û NY BIXAPÎNE

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Rêjîma Sûrî careke din, bi rêya Wezareta xwe ya Derve, hewl dide ku raya giştî ya cîhanî û Neteweyên Yekbûyî bi hin tewanbariyên bê bingeh û dûrî rastiyê yên li dijî hêzên me bixapîne

QSD’ê teqez kir ku wê ev tewanbarî têkoşîna wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê nesekinîne û got:

Emê soza xwe ya pêkanîna ewlehî û aramiyê ji hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî re pêk bînin.

QSD’ê Serhildanên aştiya yên sala 2012’an bi bîr xist û got:

Ji raya giştî ne veşartî ye ku berî damezrandina QSD’ê, xelkên herêmê bi serhildanên aştiyane yên sala 2012 de hêzên rêjîmê û saziyên ewlehiyê derxistin.

Û dema ku QSD’ê bersiv da banga gel ji bo azadkirina wan ji terora DAIŞ’ê, rejîma Sûrî tiştek nekir.

Û bi sed kîlometreyan dûrî navçeyê bû û bi parastina navendên desthilatdariya xwe yên li Şamê ve mijul bû.

Gelê herêmê jî ji êşa çeteyên herî hovane di dinyayê DAIŞ’ê re hişt.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî ji bo pêkanîna erka Netewî Sûrî , 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar ji şervan û fermandarên xwe yên herî hêja da .

Lewma, rejima Sûrî ku nekarî gelê herêmê ji çeteyan biparêze, rêjîma herî dawiye ku bi navê xelkê herêmê bi axive.

HEMÛ ÇETEYÊN GIRTÎ JI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA RÊJÎMÊ DE HATINE

QSD’ê da zanî nku ku piraniya binesazî, karûbarên darayî, saziyên giştî, saziyên hikûmetê û bircên din, kargeh û cihên neftê yên li bakur û rojhilatê Sûrî, namez li Reqa û Dêra Zorê di encama bomebarana bê serûber yên balafirên rêjîma Sûrî de hilweşiyan.

Heta roja me ya îro jî çeteyên DAIŞ deverên bin kontrola rêjîmê de bêyî ku kes li pêşiyê bisekne bikar tîne .

Ji wir jî li dijî sivîlên bakur û rojhilatê Sûrî kirinên terorî dikin.

QSD’ê da zanîn ku piraniya girtiyên çeteyan mukur hatin ku ew ji deverên bin kontrola rêjîmê û çeteyên bi navê Dir Firat re hatine.

Tevî hewl danên binketî yên rêjîma Sûrî di çandina fitneyê di navber pêkhateyên herêmê de.

BILA RÊJÎM DEST JI DIJMINATIYÊ BERDE Û WERE EM LI ÇARESERIYÊ BIGERIN

Fermandariya giştî ya QSD’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Li şûna ku Wezareta Karên Derve yê Sûriyê gilî li cem Neteweyên Yekbûyî dike, em careke din bang li wan dikin ku dest ji dijmantiya hêz û gelê me berdin.

Em careke din bangewaziya xwe ya diyalogê bi hêzên ku nûnerê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê re dikin, da ku bi hevre li çareseriyên rastîn bigrin ku êşa gelê Sûriyê bi dawî bike..

Li ser bingeha naskirina destûrî ya bi rêveberiyên xweser û pejirandina taybetmendiyên QSD’ê.

Leave a Reply

Back to top button