MSD: DIVÊ ÊDÎ SITMAKARIYA NAVENDÎ WERE GUHERTIN

Meclisa Sûriya Demokratîk destnîşan kir ku, Rêjîma Sûrî bû sedema wêraniya Sûrî û destê welatan li axa wê dirêj kir.
MSD’ê teqez kir ku, daxuyaniya Rêjîmê têkçûyî ye û divê êdî sitamkariya navendî were guhertin.

Daxuyaniyeke têkçûyî ye û li rastiya vê herêmê nayê.

Rêveberiya Dewletê bi vê hişmendiyê, cihê fikaran e.

Ya rast û erkekî niştîmanî ye ku, desthildariya navendî were guhertin.

Ev helwesta Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji daxuyaniya wezreta karê derve ya Rêjîma Sûrî re ye.

 MSD: DAXUYANIYA RÊJÎMÊ JI CIVÎNA ENQERE NE CUDA YE

MSD’ê teqez kir ku, hemû tewanbariyên li ser QSD’ê hatine gotin, bê bingeh in û ew wan red dikin.

Ew van tewanbariyan ji civîna Sêalî ya ji bo razîbûna Tirkiyê li Enqrayê tê lidarxistin, cuda nabînin

Meclisa Sûriya demokratîk daxuyaniya Rêjîmê bi nakok bi nav kir û got..

MSD: HIŞMENDIYA RÊJÎMÊ SÛRÎ WÊRAN KIR Û DESTÊ WELATAN LÊ DIRÊJ KIR

Nakoiyeke mezin di daxuayaniya Rêjîmê de heye û ev hewlest nîşan dide ku, hîna Rêjîm bi hişmendiya xwe ya ku bû sedema rûxandinê û destwerdana biyanî di Sûrî de, girêdayî ye.

Divê Şamê ev gef û tewanbarî, nîşanî Rêjîma Erdogan a ku hewl dide dagirkeriya xwe fireh bike, kiriba.

Erdogan herî dawiyê got, ew ê ji Idlibê venekişin û hişyarî da Rêjîmê, lê belê ya dawî bêdeng ma.

MSD: QSD’Ê DI BER YEKÎTIYA XAKA SÛRÎ DE ŞER KIR

MSD’ê destnîşan kir ku, Rêjîm bi nerîna Rûsya û Îranê yên ku wê bi Tirkiyê rewşa Sûrî, gotûbêj bikin li niştîmanî, serwerî û serxwebûnê, dinêre.

MSD’ê teqez kir ku, pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûrî, ti carî qala parçekirinê nekiriye.

Berovajî wê, ew tekane herêm bû parstina yekîtiya axa Sûrî kir û gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên wê, di çarçoveya şerê li dijî terorê de parast.

Leave a Reply

Back to top button