RÛSIPIYÊN ÊLA EL SADAT TI ÊLÊN HERÊMÊ PIŞTEVANIYA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK NAKIN

Rûspiyê eşîra El-Sadat a pêkhateya Ereb, Husên El-Sadat îdîayên Erdogan ên ku dibêje “eşîrên herêmê piştgiriya planên Tirkiyê dikin” derewand û diyar kir ku ew piştgiriya Erdogan nakin.

https://hawarnews.com/kr//haber/el-sadat-ti-esrn-herm-pistevaniya-dagirkeriya-tirk-nakin-h21562.html

Husên El-Sadat, dest nîşan kir ku eger Erdogan rast dibêje, bila navê êlan eşkere bike.

El-Sadat got, eger hebin jî ew çeteyên ku Erdogan ji Xûta, Qelemon û Idlibê li Efrînê bi cih kirine ne.

Li ser ekranên tevlevîzyonan derdikevin û dibêjin em ji eşîrên Ereb in.

Rûspiyê eşîra El-Sadat Husên El-Sadat bi bîr xist ku Erdogan pişta xwe dide hin kesên xwefiroş û tevlî komên çeteyan bûne.

Ew jî tenê çendek in, û nûnertiya eşîrên Ereb û Kurd nakin.

Leave a Reply

Back to top button