BALAFIRÊN TIRKIYÊ GUNDÊN AMÊDIYÊ YÊN DIHOKÊ BOMBEBARAN KIR

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve bombebaran kirin.

Îro di saetên sibehê de balafirên dagirkeriya Tirkiyê gundên herêma Garê yên ser bi Amêdiya Dihokê ve bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer bi dijwarî gund bombebaran kirin.

Her wiha hat zanîn ku balafirên artêşa Tirk a dagirker bi taybet gundê Spêndarê bi dijwarî bombebaran kir.

Heta niha derbarê ziyanan de bi taybet yên canî ti agahî nînin.

Leave a Reply

Back to top button