LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JINAN RÊVEBERIYA JIN A REQAYÊ PÊNGAVEK DEST PÊ KIR

Rêveberiya Jin a Reqayê bi slogana ‘Em bûn yek biserketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, ji tundiya li ser jinê re na’ kampaniyek nû da dest pêkirin.

Kampanî bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Jin a Reqayê de weha hat gotin:

Rêveberiya Jin a herêmên rizgarkirî di çarçoveya kampaniya ‘Em bûn yek bi serketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na’ gelek çalakî pêk anî.

Ev çalakî li ser tevahiya astên leşkerî, siyasî û civakî bi serketin.

Ji ber wê, kampaniya me wê bi slogana ‘Em bûn yek bi serketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin, ji şideta li ser jinê re na’ berdewam bike.

Armanca çalakiyên vê kampaniyayê jî tinekirina şerê taybet li ser civakê, ji zewaca ti temenê biçûk, piranîna jinan û bikaranîna madeyên hişberî e.

Kampaniya wê heta 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dewam bike.

 

Leave a Reply

Back to top button