LI TIRKIYÊ BÊKARÎ GIHIŞT 4 MILYON Û 253 HEZARÎ

Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê TUÎK’ê eşkere kir ku di meha Hezîranê de bêkarî ji sedî 13 zêde bû.
Bi vî awayî hejmara bêkariya li Tirkiyê gehişt 4 mîlyon û 253 hezar kesî.

Li gorî danayên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê (TUIK), di hema Hezîranê de, bêkarî ji sedî 13 zêde bûye.

Li gorî heman meha sala derbas bûyî, 938 hezar kes bê kar man û bi vî awayî hejmara kesên bêkar mane ; gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî.

Bêkartiya di navbera kesên 15-24’an salî de , 5,4 ji sedî zêde bû û bûye 24,8 ji sedî.

ya navbera kesên 15 – 64 saliyan jî bûye 13,3 ji sedî.

Kesên ku bê ewlehiya civakî dixebitin jî rêjeya wan bûye 35,2 ji sedî.

Li Tirkiyê her ku diçe rewş xerabtir dibe, kirîza aborî jî bandora xwe li her aliyên civakê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button