ÇETEYÊN BOKO HERAM ÊRÎŞÎ KAMÎRON KIRIN 6 LEŞKERÊN NÎCÎRÎ HATIN KUŞTIN

Çeteyên Boko Heram êrîşî Kamîronê kirin, 6 leşkerên Nîcîr hatin kuştin.

Hikûmeta Kamîron ragihand ku, çeteyên Boko Heram roja Înê êrîşî bargehên leşkerî yên başûrê Kamîron a Nîcîriyayê kir.

Di êrîşê de 6 leşkerên Nîcîriyayê hatin kuştin.

10’ê Hezîranê jî êrîşek li dijî heman bargehê pêk hatibû, wê demê jî 17 leşker hatibûn kuştin.

Boko Heram ji 2015an ve êrîşên birêkûpêk li dijî bakur û bakur-rojhilatê Nîjeriyayê, Kamîron û Tişada cîran pêk tîne.

Ji sala 2009’an ve heta niha 27 hezar kes kuştine û derdora 2 Milyon kes jî dane koçberkirin.

Çeteyên Boko Heram weke baskê çeteyên DAIŞ’ê yê Nîjarya tê naskirin.

Leave a Reply

Back to top button