ARTÊŞA DEWLETA TIRK SIVÎLEK LI SER SÎNORÊ IDLIBÊ KUŞT

Cendirmeyên dewleta Tirk li ser sînor binpêkirinên xwe dewam dikin û herî dawî doh sivîlek li ser sînorê navbera Idlib û Tirkiyê de kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li herêma Derkûş li rojavayê Idlibê cendirmeyên artêşa dewleta Tirk sivîlekî ku dixwest derbasî Tirkiyê bibe gulebaran kir jiyana xwe ji dest da..

Çavdêriyê diyar kir ku ji sala 2011’an ve artêşa dewleta Tirk a dagirker bêhtirî 432 sivîl li ser sînor kuştine.

Di nav de 77 zarok û 41 jin hene.

 

Leave a Reply

Back to top button