KONGRA STAR A HELEBÊ SERDANA MALBATAN KIR Û REWŞA HERÊMÊ JI WAN RE NIRXAND

Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca hişyariyê, di nava gel de dest bi kampaniyekê kirine.
Di vê çarçoveyê de Kongra Star li taxa Şêx Meqûd a Helebê serdana malên şêniyan kir û girîngiya parastin û li pêşiya şerê taybet seknandin dest nîşan kir.
Tevgera Ciwanan jî li ser xeteriya madeyên hişbir semînerek da û banga li civakê kir ku li hemberî vê madeyan şiyar bin.

 

Kordînasyona Kongra Star 8’ê Tebaxê kampaniya bi slogana ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin’ da dest pê kirin.

Kongre Star a bajarê Helebê dest bi çalakî û xebatên xwe yên vê kampaniyê kir.

Di vê çarçoveyê de endamên Kongra Star xwe li gorî çend koman dabeş kir û serdana malên şêniyan kirin.

Di serdanan de rola şêniyan di parastina herêmê li dijî êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê, hêzên rejîmê û şaneyên veşartî de tê nîqaşkirin.

Her wiha li ser rola girîng a sepandina tecrûbeya şerê gel ê şorşegerî û girîngiya berdewama vê tecrûbeyê tê nîşqan kirin.

Rêvebera Komîteya Çalakiyan Nehla Mistefa armanca serdanan nirxand û got:

Civînên me têra nêrîn û rexneyên gel nekir.

Ji lew re me dest bi serdana malan kir.

Em hewl didin tevahî şêniyan di aliyên siyasî û leşkerî de amade bikin.

Ji lew re em tevahî nêrîn, rexne û pêşniyaran werdigirin û nîqaş dikin, da ku pirsgirêkan di dema wê ya gucaw de çareser bikin.

Tê payin ku ev civîn heta dawiya meha Îlonê dewam bikin.

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê jî dest bi civîn û semîneran kir.

Bi vê armancê tevgerê, li ser şerê taybet yê li dijî ciwanan tê meşandin li taxa Şêmeqsûd semînerek da.

Semîner ji aliyê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hat dayin.

Bijîşkê eseb û derûniyê DR. Mihemed Îsa xeteriya madeyên hişbir dest nîşan kir û got:

Xetereyên civakî yên neyînî ku di encama madeyên hişbir de rû didin gelekî xeter in . Lewma divê ciwan bi tabyet û hemû civak ji wan re şiyar be û dûrî bikeve.

Madeyên hişbir li ser tenduristiya mirovan jî gelekî xeter û bi bandor e.

Leave a Reply

Back to top button