BERIYA CIVÎNA SÊALÎ, REJÎM NUQTEYEKE DEWLETA TIRK DIKE ARMANC

Beriya lidarxsitna civîna Sêalî li Enqereyê, Hêzên rejîmê bi dijwarî derdora “nuqteya çavdêriyê” ya Tirkiyê li Başûrê Meret Nûman topbaran kir.
Her wiha di encamê binpêkirina agirbesta yekalî de, rejîmê bi dehên topan ”Herêmên Bêçek” topbaran kirin.

Beriya lidarxistina civîna Sêalî ya dewletyên qaşo ”Garanto” li Enqereyê, şerê li ser erdê encamê vê civînê xêz dikir.

Tevî ku naveroka civînê mijara ”herêma Bêçek” û nuqteyên dewleta Tirk in, barandina topên rejîmê ranewestiya û derdora “nuqteya çavdêriyê” ya Tirkiyê li bajarokê Merhitat ê başûrê Meret Nûman topbaran kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov di encamê de zirarên madî çêbûn.

Beriya 2 rojan jî û piştî ku rejîmê derdora Nuqteya navborî kir armanc Erdogan gef li rejîmê xwar.

Erdogan got:

Eger rejîm nêzî nuqteyên me bibe, em ê bêbersiv nemînin û tiştên pêwîst em ê bikin.

Li rex armancgirtina derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk, rejîmê topbaran ji şevê din heta vê sibehê li ser herêmên ”bêçek” pêk anîn.

Rejîmê bejahiyên başûrê Idlibê û başûrê rojhilatê wê, topbaran kirin.

Li herêmên qaşo bêçek 12 nuqteyên dewleta Tirk hene.

Ev nuqte heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Di demekê de ku şerekî giran rû dide, gelek caran ev nuqte ji aliyê rejîm û Rûsyayê ve haytin armancgirtin.

Bi taybet nuqteya li Mork ya Hemayê ku ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Piştî ku hêzên rejîmê agirbest bi dawî kir û dest bi êrîşên xwe li ser herêmê kir, Tirkiye tawanbar kir ku terorîstan li Idlibê tev digerîne.

Di encam de hêzên rejîmê herêmên berfireh li gundewarên Idlib û Hemayê heta Xan Şêxûnê bi dest xistin.

 

Leave a Reply

Back to top button