ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BAVEK Û KURÊ WÎ JI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ REVANDIN

Kirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê ji revandin û kuştinê bê navber dewam dikin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlekî tevî kurê wî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyekî herêmî ji navçeya Cindirêsê, artêşa Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Ebdo Îbiş û kurê wî Menan Ebdo Îbiş ku ji şêniyên navçeya Cindêrisê ne, revandin.

Heman çavkaniyê, diyar kir ku artêşa Tirkiyê herdû sivîl birine Tirkiyê.

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, kirinên xwe yên dermirovî bênavber didomîne.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî beriya çend rojan ji Televizyona me re tekez kir ku heta dawiya meha Tebaxê, bêhtirî hezar kes li Efrînê hatine kuştin û zêdetirî 5 hezar jî hatine revandin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button