LI WANÊ NOBETA DEMOKRASIYÊ DI ROJA 29’AN DE YE

Roja 29’emîn a Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman hatî destpêkirin, bi piştgiriyeke mezin dewam kir . Parlamenterê HDP’ê yê Entalya Kemal Bulbul û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier di çalakiya nobetê de axivîn. Parlamenteran gotin: Çi dibe bila bibe em ê ti carî piştgiriyê nedin qeyûman.

Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdaarkirina qeyûma di roja 29’an de dewam kir.

Çalakî li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin.

Hevşaredar, parlementer, Dayikên Aştiyê, HDP’yî, Aktîvîstên TJA, û gelek welatî beşdarî nobetê bûn.

Di çalakiya polîsan dorpêç kir de, pankarta “Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin” hat vekirin.

Parlementerê HDP’ê yê Enqerê Kemal Bulbul, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev 29 rojin li dijî darbeya qeyûm çalakiyeke demokratîk û rewa li dar dixin.

Piştî daxuyaniya hatî dayîn, silogan hatin gotin û çalakî bi stranan bi dawî bû.

 

LI MÊRDÎNÊ JÎ NOBETA DEMOKRASIYÊ DI ROJA 29’AN DE YE

Li Mêrdînê jî Çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 29’emîn de berdewam kir.

Nobet li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin.

Piştî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP’ê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, daxuyanî da.

Îmam Taşçier, di daxuyaniyê de got:

“Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk nikarin li Tirkiyê mafên xwe bi kar bînin û demokrasî pêş nakeve.”

Daxûyanî bi lêxistina çepikan û gotina siloganan bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button