TEHRAN RAGIHAND KU TU HEVDÎTIN DI NAVBERA WAN DE TUNE NE

Tehranê ragihand ku, wê hevdîtina di navbera serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û hempêşiyê wî Trump de pêk neyê.

 

Têkildarî hevdîtina Rûhanî û Trump, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsawî daxuyaniyek da.

Abbas Mûsawî diyar kir ku hevdîtin ne di rojeva wan de ye û got:

Ez bawer nakim ku li New Yorkê hevdîtineke wiha bi rê ve biçe.

Em hevdîtinan ne tenê wek propaganda dinirxînin.

Lê divê bi encamên ber bi çav bi dawî bibe, ji ber vê yekê texmînên wiha ne di rojeve Îranê de ne.

Trump jî duh li ser Twittera xwe got:

“Dezgehên ragihandinê yên nerast, dibêjin ez dixwazim bi Îranê re bê şert rûnim, lê ev daxuyanî wekî her carê ne rast in.”

10’ê Îlonê Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Mike Pompeo destnîşan kir ku dibe Trump, Rûhanî li dervayî civînên NY’yê bê şert bibîne.

Leave a Reply

Back to top button