LI ENQEREYÊ CIVÎNA SÊALÎ DEST PÊ KIR

Îro civîna sêalî li paytexta Tirkiyê Enqereyê dest pê kir.
Naveroka vê civînê jî weke gelek civînên beriya xwe ”Herêma Bêçek”, penaberên Sûrî û şerê li Idlibê ye.
Beriya li darxistina civîna sêalî, hevdîtinên dualî navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê dest pê kirin.
Lidarxistina vê civînê di wextekî de tê ku Idlib roj bi roj ji destê dagirkeriya Tirk diçe û Erdogan dixwazê vê binketina xwe bi rojeva êrîşek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî veşêre.

 

Li paytexta Tirkiyê Enqerê 5. civîna bilind a aliyên Astanayê, Rûsya, Îran û Tirkiyê hate lidarxistin.

Beriya ku civîn destpê bike, serokê dewleta Tirk Erdogan û serokkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî hevdîtin pêk anîn.

Piştre saet derdora 2.30’an de serokê Rusya Vladimîr Putin û Erdogan hevdîtinek dualî kirin.

Piştî hevdîtinên dualî, civîna di navbera Erdogan, Pûtîn û Rûhanî saet 15 û nîvan de destpê kir.

Di rojeva civînê de, pêşketinên li Idlibê, ewlehiya sînorê bakur û rojhilatê sûriyê û komîteya destûrê hene.

Tevî lidarxsitina van civînan, roj bi roja rejîma Sûrî şerê xwe li ”Herêmên Bêçek” gurtir dike û Erdogan di nuqteyên wî de dorpêç dike.

Erdogan ê ku li Idlibê gotinek wî nemayê, dixwazê vê binketina xwe bi rojeva êrîşek li dijî bakur û rojhilatê sûriyê veşêre.

Ji bo vê yekê hewl dide bi Rûsya, Rejîm û Îranê re li hev bike.

Rûsya ji bo peymana li ser ewlekariya sînorê bakur û rojhilatê sûriyê ya navbera QSD, dewleta Tirk û Emerîkayê de hilweşine di nav hewldanan de ye.

Rûsya bi vê, mîna li Efrînê, dixwaze Kurdan bike qurbanê berjewendiyên xwe.

Bi gotinek din, aliyên Astanayê ku nema li hev dikin, dixwazin hevkariya xwe li ser pişta Kurdan dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye û li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ji 15 Sibata 2019an, ango ji civîna herî dawî ku navbera Ûran, Tirkiye û Rûsyayê de hate lidarxistin de bêhtirî 4667 kuştî li herêmên Bûtin-Erdogan çêbûne.

Di nav de 1347 sivîl hene.

 

Leave a Reply

Back to top button