HIKMET HEBÎB: MÎSOGERKERÊN ASTANAYÊ PIRSGIRIKÊ KÛRTIR DIKIN

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb destnîşan kir ku, eger destûra Sûrî bi destê welatên derve were avakirin , wê çareseriyê bi xwe re neyne.

Hikmet Hebîb, diyar kir ku “Misogerkerên Astanayê” bi destwerdanên xwe yên leşkerî, dibin sedemên sereke yên kûrbûna aloziya Sûriyê.

Hebîb destnîşan kir ku, niyeta van dewletan a çareseriyê tine ye û tenê ji bo hegemoniya xwe dicivin..

Ew dixwazin mîna Iraqê, Sûriyê jî li gorî berjewendiyên xwe parçe bikin..

Cîgirê Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê teqez kir ku ev destûra ku Misogerkerên Astanayê behsa wî dikin nûnertiya gelên Sûriyê nake, ji lewre wê encam negre.

 

Leave a Reply

Back to top button