ENCAMNAMEYA KOMBÛNA ŞÊWIRA ROJHILATÊ KURDISTAN BANGA XURTKIRINA YEKÎTIYÊ KIR

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê encamnameya kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Di encamnameyê de bang hat kirin ku divê hemû partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji hev re bibin alîkar û rê nedin ku ti alî ji nakokiyên wan sûdê werbigirin.

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 14-15’ê meha Îlonê li bajarê Stockholmê civînek berfireh ji bo guftogoya li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya Şêwira Neteweyî de li darxist.

Civîna ku 2 roj berdewam kir bi ragihandina encamnameyekî bi dawî bû.

Encamnameya civînê wiha ye:

Ji ber ku Îran ji aliyê atnîkî ve welatekî cuda ye û gelek bawarî tê de hene, nabe komara Îranê li ser bingeha yek netew û yek baweriyê bê sazkirin.

Li rojhilatê Kurdistanê rewşa ku gelê Kurd tê re derbas dibe nayê qebulkirin. Ji ber ku gelê kurd weke netew xwedî mafên bingehîne.

Divê hemû alî li Rojhilatê Kurdistanê ji bo avakirina platformek netewî kar û xebat bimeşînin.

Divê hemû partî û rêxistinên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê bidin hev û bibin yek dest.

Bang me ji bo herî kesî li Rojhilatê Kurdistanê ye ku, xwedî li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û Şoerşa Bakur û Rojhilatê Sûrî derkevin.

Di dawiya civînê de komîteyek taybet hat hilbijartin da ku kar û xebatên şêwrê bişopîne.

Ev komîte yekser bi Konseya Rêvebir ya KNKê ve girêdayî ye.

Leave a Reply

Back to top button