Rêveberiya Xweser di 10’ê Hezîranê de ragihand: “Ew dê çeteyên DAIŞ’ê yên li ba wê girtî ne darizîne.
Xwediyên qurbaniyan ên Reqayê jî ev bang li Rêveberiya Xweser kirin: “Divê cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ’ê bên birîn.”
Mehmûd El Ehmed ê ku birayê wî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kuştin dibêje:
“Çeteyên DAIŞ’ê bi bihaneya ku birayê min bi Koalîsyona Navneteweyî re kar dike ew kuşt.
Lê birayê min bazirganiya sûs û sebzeyan li Reqayê dikir.”
El Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ’ê bibire.
Fatme El Ehmed jî ji aliyê xwe ve got:
Beriya rizgarkirina Reqayê, kurê min yê 18 salî li ser teksiyê kar dikir,
Ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat revandin.
Heta niha tu agahî der barê de nizanim.”
Fatme El Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ’ê bibire.



